Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasa berhemanîna berqa Îranê bi yekcarî kêm bûye

12:38 - 22 Çirriya pêşîn 2021

Berdevkê Pîşeya Berqa Îranê “Mistefa Recebîyê Meşhedî” gotiye ku 2 li ser 3ya vizegehên avî yên Îranê ji kar kevtine û berqê berhem nayînin.

Berdevkê Pîşeya Berqa Îranê “Mistefa Recebîyê Meşhedî” di hevpeyvînekê de digel malpera “Iqtisad Anlayn”ê îtiraf kiriye ku gelempera şiyana berhemanîna vizegehên avî yên Îranê zêdetir ji 12 hezar migawat e ku di havîna îsal de bi awayê nêvincî 4 heta 5 hezar migawat berq berhem aniye.

Herwisa navbirî got: “piraniya vizegehên avî li ser çemê “Karûn” û “Diz” li parêzgeha Xûzistanê ne û bi sedema wê yekê ku hişkesaliya micid di wê deverê de ye û kêmbûna herî zêde ya berhemanîna berqê di wê parêzgehê de hatiye tomarkirin”.

Hewisa “Mistefa Recebîyê Meşhedî” daye zanîn ku vizegehên “Karûna 3 û Karûna 4” û yekeyên vizegeha 2ê ya “Ebbaspûr” di wê heftiyê de berhemanîna berqa wan rawestiyaye û herwisa bi sedema kêmbûna asta ava avbendên “Diz û Kerxê” nikarin berqa zêdetir berhem bînin û qerebûya daketina berhemanîna berqê bikin”.

Neşiyana berpirsan bo birêveberiya av û berqê bi taybet neşiyan li berhemanîna berqa hîdro elektrîk ku paqijtirîn cora berhemnîna berqê ye û li vizegehên berhemanîna berq ji ava avbendan tê berhemanînê, bûne sedema zêdetirbikarhatina vizegehên bi şewatê ku xisarên giran digehîne jîngehê û rola bingehîn di levitîna hewa de heye.