Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasa Pêketina bi Koronayê ji rengê sor, ber bi rengê reş ve diçe

13:35 - 20 Nîsan 2021

Bi giştî piraniya parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û herwisa piraniya parêzgehên Îranê di rewşa sor de ne û çendîn parêzgeh ji rengê sor ve ber bi rengê reş ve diçin.

Pêka amarên belavbûyî li roja Dûşemiyê, çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û herwisa çendîn bajarên Îranê yên li rewşa sor a koronayê, bi sedema zêdetirbûna qasa pêketina xelkê bi vîrûsa Koronayê, niha li rewşa rengê reş ya Koronayê de ne.

Bi sedema kêmbûna vaksenên Koronayê li Îranê, xelk rastî rewşa her cihê tirsê dibin, piraniya nexweşxaneyan bi sedema tejî bûna textên nexweşxanê êdî nikarin pêketiyên nû verbigrin, siyasîkirina kirîna vaksena Koronayê ji aliyê rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” ve, mezintirîn astengî bona kirîna vaksenên bi wec yên Koronayê afirandiye.

Berdevkê “Stada Hemberderketin li Dijî Koronayê”, “Elîriza Reîsî” rojek berî niha gotibû: “Kesek bi lez be û perê wî jî hebe, dikare vaksenê bikire”.

Rejîma Îranê Îdia kiriye ku heta roja Duşemî 19ê Nîsanê, hejmara vaksînekirinê gihîştiye 550 hezar û 131 dozan ku 416 hezar û 84 kes bo cara yekem û 134 hezar û 47 kes bo cara 2ê, hatine vaksînekirin.