Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasa roçûna axê li parêzgeha Luristanê 3 beranberî nêvinciya Îranê ye

10:43 - 23 Îlon 2021

Qasa roçûna salane ya axê di parêzgeha Lursiatanê de 40 ton di her hiktarekê de ye û ew zêdebûna roçûna axê bi sedema jinavçûna giya, çêrîngeh û daristanên wê parêzgehê ye.

Berpirsê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî û Avxîzdarî yê parêzgeha Luristanê “Şîrzad Necefî”gotiye: “Nêvinciya roçûna axê li parêzgeha Luristanê 40 ton li salê de bûye û nêvinciya roçûna axê di Îranê de 16 ton e bi wî awayî roçûna axî li parêzgeha Luristanê nêzî 3 beranberî nêvinciya Îranê ye.

Herwisa navbirî got: bi sedema çiyayîbûna wan deveran û lêjatiya zêde roçûna axê di hin cihan de gelek zêde bûye”.

Sedema bingehîn a roçûna axê li her ciheke cîhanê de bi sedema jinavçûna giya û daristanên wan deveran in û parêzgeha Lurdistanê bi sedema hişkesalî û şewitandina çêrîngeh û daristanê wê parêzgehê ji aliyê kesên girêdayê rejîma Îranê, ji nav çûye.

Parastina giya, daristan û çêrîngehên deverên çiyayî çareseriya bingehîn a roçûna axê di cihanê de ye lê rejîma Îranê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, beşeke zêde ji jîngehê şewitandine û ji nav birine.

Di parêzgeha Lursitanê de zêdetir ji 2 milyon û 100 hezar hiktar çêrîngeh û daristan hene ku her carê beşeke wê ji aliyê rejîmê ve tê şewitandin.