
Pêka nûçeya ku “Alarabiya”yê belav kiriye, şeva Înê 11`ê Rêbendanê, balafirên nenaskirî çend avahî li bajarokê “Vadiî Obîde” (Vadieh Obaida) di rojhilatê bajarê “Meirib”ê a ser bi Yemenê de bombebaran kirine û di vê êrîşê de Qasim El-Rîmî, serkrdeyê girûpa terorîstî a “El-Qaîde” a Yemenê hate kuştin.
“Alarabiya”yê pêka hin çavkaniyan belav kiriye, ku El-Qaîdê ew xaniyê di heyma heftiyek beriya niha de kirê kirtibû.
Di vê xaniyê de Qasim El-Rîmî serkrdeyê girûpa terorîstî a El-Qaîde ya Yemenê têde jiyaye, û di encama bombebarana balafirên nenaskirî ve hatiye kuştin.
Qasim El-Rîmî yan jî El-Ramî, naskirî bi Ebuhorîre El-Senanî, yek ji kesê naskirî ê girûpa terorîstî a El-Qaîdeyê bû, û bi sedema ku roleke girîng di kiryarên terorîstî de hebû, sala 2010`an Wezareta Xezxanedarî a Amerîkayê xiste nav rêzbenda kesên terorîst û hemû hesabên wî yên bankî yên di Amerîkayê de biloke kir.
Amerîkayê sala 2018`an jî bo ev kesê ku zaniyariyên zêdetir li derheq cih û mana Qasim El-Rîmî bide dê 5 milyon heya 10 milyon dolar xelat bike.
Hin çavkaniyên din jî belev kirine ku ev terorîstê han ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatiye kuştin.