Dî girte vîdyoyekê de ku piştî 2 salan ji kuştina wî terorîstî belav bûye, tê dîtin ku “Qasim Silêmanî” rênimûniyan bo fermandeyên “Heşda Şaibî” dike ku bi çi awayek êrîşî li ser “Kerkûk”ê bikin.
Pêka vê girte vîdyoyê, fermandeyê berê yê Spaha Quds a Spaha pasdaran a terorîst “Qasim Silêmanî”, di civînekê de digel fermandeyên “Heşda Şeibî” beşdarî kiriye û rênimûnî bo êrîşkirin li ser “Kerkûk”ê bi wan dide û wê êrîşê wek “Serkevtinek Îlahî” binav dike.
Di “16ê October” a sala 2017an de, milîsên “Heşda Şeibî” bi piştevaniya rejîma Îranê, êrîş kirine ser Kerkûkê û ew parêzgeha Herêma Kurdistanê dagîr kirin.
Ew êrîş piştî refrandoma Serbixweyiya Herêma Kurdistanê hate kirin.