Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimê peritî

18:08 - 6 Kanûna Paşîn 2022

Kerîm Perwîzî

Qasim peyevek Erebî ye û bi wateya kesek ku pareve dike an bi wateya dabeşker tê. Bi vî awayî Qasim kesek e ku bo parvekirin hatiye diyarîkirin û erkê xwe li dabeşkirina berdewam de dibîne.

Qasimê Xamineyî jî ku gelek li ber dilan bû û Xamineyî bo mirina wî gelek giriya û ji nû ve jî biriyar daye her kes di ragihandinan de behsa xirabiya wî bike, îdam bikin; Ew kesek bû ku bi navê parastina “herema îmamzadeyan” di navçeyên Rojhilatê de mijûlê belavkirina tundûtîjî û fitinegerî û kuştarê bû.

Qasim Silêmanî, Fermandeyê Spaha Quds a rejîma koloniyalîstî ya Tehranê bû ku taybet ji bo kiryarên terorîstî û kuştar di derveyê sînorên Îranê de hatibû diyarîkirin, lê hin caran jî ku Spaha Pasdaran li navxweyê Îranê ber bi lawaziyê ve diçû, Qasdim û Spaha terorîst a wî dianîne navxweyê Îranê bo serkutkirina xelkê; mînakên wê mijarê jî ev in: Beşdariya Hizbullaha Lubnanê bo serkutkirina xwenîşanderan li Tehran û bajarên mezin ên Îranê, beşdariya milîşên Îraqî yên ser bi Îranê bo serkuta xwenîşanderên Ehwazê û herwisa pêka hin nûçeyan beşdariya Qasim Silêmanî li şerê “Kosalan”ê li dijî pêşmergên PDKÎ.

Qasim ku du sal berî niha li 3`ê “January”ê, li balafirxaneya Bexdayê hate parçe-parçekirin; Berî vê ku bê kuştin, karê wî eva bû ku girûpên cuda heta di nav Şî`eyên Îraqê de jî dirust bike û berde canê yektir û bo her cihekî diçû karê wî tenê kuştin û berdana yektir bû û li Sûriyê jî êdî rûyê “Hîtler” sipî û sipîtir kiribû!

Piştî parçe-perçebûna xwedê Qasim bi raketên Amerîkayê, wisa tê xuya ku rola perçekariyên “Qasim” Silêmanî tevahî nîne!

Piştî du sal asûdeyiya deverê bi destê terorîstê mezin yê wek Qasimê peritî, niha perçeyên wî her di warê derûnî de bandorê dadinê û em dibînin ku binav kesên siyasî çawa bi bejin û balê perçeyên Qasim ve diçin ku dîrok jî hilgirê wê yekê nîne!

Yên ku wê karê dikin dûbare heman rêya Qasim Silêmanî didomînin ku ev jî dabeşkirin, cudakirina xelkê ji yektir û fitneafirandin di nav xelkê de ye!

Qasim Silêmanî karek wisa nekirbû ku xelk dilê wan pê xweş be û evqas tawan li Îran, Îraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê afirandiye ku her mehtkirineke wî, bi xwe birîna dehan û sedan kesê zêdetir nû dike. Mehtkirina Qasim Silêmanî hemû ew azarên sedan hezar avare û malbatên kuştiyên Sûrî car din nû dike. Bi hezaran kes di Rojhilatê Kurdistanê de birîndar dike û dûbare dijayetiya xelkê li dijî wan kesên ku mehta wî dikin nû dike û tîjtir dike.

Qazancên Qasim Silêmanî tenê bo Xamineyî hebû, çimkî wen herdukan nexweşiya derûnî hebû û wan hez ji fitine û xwînrijandinê dikir û Xamineyî wisa dizanî ku tenê bi şer û fitine, desthilata wî berdewam dibe, lê bo hemû xelkê din û heta bo xelkê Îranê û bo Farsan li Îranê jî nîşaneya malwêranî û teror û kuştarê bû. Ti wîjdanek hişiyar, heta bi qasî dilopelê jî dilê wê/wî bo Qasim Silêmanî lê nade û eva Komara Îslamî ye ku dixwaze ji wî tawanbarê dîrokî, qehrimanekî direwîn bo xwe biafirîne.