Kurdistanmedia: Bi hilkefta 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî, tekoşerên Demokrat bi lidar xistina çalakiyên bangewazî berdewam in.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malper “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, , salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî li ser maseyê civînê bi destê terorîstên rejîma Îslamî a Îranê, bi lidar xistina çalakiyên bangewazî, terorîzma Îranê şermezar kirin.
Li bajarê Şinoyê, li nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, xurtên Demokrat şeva Sêşemî, rêketa 11`ê Pûşperê, li cihên wekî, “Çaraha Karger (Navenda bajar), Mam Temir, Seydava, Mîrava, Şehreka Ferhengiyan, cihê hêsabûna Qelatok, Qutabxwaneyên Şeref û 15`ê Xurdad, nexweşxaneya Îmam û nexweşxaneya nû, pira bazar û parka Sahilî” tirakt û wêneyên taybet bi wî rojê belavkirin.
Hevdem qehrimanên Demokrat li bajarê Mehabad û li deşta Şarwêranê, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” ‘û hevalên wî, alaya Kurdistanê bilinkirin û heya çendîn demjimêran alaya Kurdistanê, daliqandî mabû.
Hevdem li gundên girêdayî Şarwîran ên wekî: “Xwendingeha Şeqayîq a Gapîs, Dêhyara Xorxore, Talawî Kanî a Berazan, tabloya hatûçû û dêhyarî, Pertûkxwaneya Re`ûf a li gundê Şarwêran, Qicî ava, gundê Qere Qişlaq û Girdî Yaqûb û çendîn cihên din ên Şarwêranê, alaya Kurdistanê û tirakt û wêneyên taybet bi wî rojê belavkirine.