Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo navê te qet nayê jibîrkirin

13:09 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Xelkê têkoşer ên Kurdistanê bi hilkefta 32`emîn salvegera şehîdkirina Dr. “Qasimlo” û hevalên wî, bo peyman nûkirin digel rêbaza şehîdan çalakiyên banghêjî bi awayekî cur bi cur bi rê ve birin.

Li Hewremanê, xortên Demokrat bo vê ku îsbat bikin ev digel rêbaza Qasimlo ne, li cihên wek: “Tete, Jalane, Dizlî û Baramava” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bokanê 1 hezar û 250 wêneyê Dr. Qasimlo çap kirin û di nav bajarê Bokanê de belav kirin.

Li Seqizê, ciwanên têkoşer li gundê “Melqerenî û çiyayê Caqil”ê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Li “Nê”yê, lawên Demokrat peyman nû kirine û dane zanîn ew domkerê rêbaza şehîd Dr. Qsimlo ne.

Li Mihabadê, qehrimanên Demokrat li gundên “Îndirqaş, Qumqela, Befrewan û Qulesen” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li Pîranşehrê, bi hilkefta 22`ê Pûşperê salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê dîplomat terorîstên Cemaran, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ew cihên ku li bajarê Pîranşehrê çalakî hatine lidarxistin wiha ne: “Rêya Pîranşehr bo Nexede, rêya Pîranşehr bo Serdeşt, sêrêya Soxanlu, mizgevta Camî`eya nû û kevin, Tomarkirina warê kesayetî, taxa Mam Xelîl, Kone Xanê, Nuqteyê A, dibistana Muteherî”.