Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qazîpûr nûnerê bajarê Urmiyê dîsan sivikatî bi Kurdan kir

23:05 - 5 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Dîsan “Qazîpûr” yê bi nav nûnerê bajarê Urmiyê yê di meclisa rejîmê de, devê tijî ji jehr yê xwe, li dijî gelê Kurd vekir û sivikatî bi pîrobahiyên gelê Kurd kir.

Piştî sivikatîkirina Nadir Qazîpûr,  yê bi nav nûnerê bajarê Urmiyê yê di meclisa rejîmê de, derheq Herêma Kurdistanê de pirs jê hate kirin derheq xwe tevandina Cewad Zerîf  bo Alya Kurdistanê, navbirî dîsan di panêleke mecilsê de wekî edetên bavê xwe êrîşî ser gelê Kurd û pîrozbahiyên Kurd kir û komek axavtinên sivik firotine bi gelê Kurd.

Li hemberî vê yekê de jî tu yek ji van kesên bi nav nûner yên Kurd  ku îd`aya parastin û berevankirin ji mafê Kurd di meclisa rejîmê de dikin amade nebûn tu helwêst yan dijkiryar lihemberî wî ziman pîsî de li xwe nîşan bidin;

Eva jî bi wateya hevdengbûna  van digel bîr çewte yên Qazîpûr li hemberî gelê Kurd de ne.

Wî pasdarê ziman pîs yê rejîmê ku taybet bo bêrêzîkirin û sivikatîkirin bi xelkê di vî cihî de danîne, û di heyamên borî de jî her bi vî rengî di civînên meclisa rejîmê de  axviye, û ji bo mînka di civînekê de gotibû ku: Meclis cihê caşik û jinan nîne û dibe mêran bişîne meclisê.

Komara Îslamî bi berdewamî, di heyama 4 dehkên borî de, bi awayekî micid hewl daye da ku bi sivikatîkirin bi pîrozbahiyên neteweyên din yên Îranê ku yek ji van gelê Kurd e, wan neteweyan e li hemberî bîr û bawer û hizra neteweyatiyê wan  dor bixîne, û yek van riyan mifah vergirtin ji kesên wiha ziman pîs wekî Qazîpûr e; lê hevdem bi rengekî xapandin desteyek ji morên guhbi qise yên girêdayî bi Vilayetî  Feqîh yên li jêr navê nûner di meclisan de dadinên, da ku di demên wiha  de wekî Qazîpûr mifahê jê werbigirin.