Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qazîpûr: Tu kolberek nehatiye kuştin

14:16 - 8 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê bajarê Urmiyê yê li meclisa rejîma Îranê got: Tu kolberekî Kurd ji aliyê Spaha Pasdaran, Hêzên întizamî û Henga sînorî, teqe ji wan nehatiye kirin.

Nadir Qazîpûr, yê bi nav nûnerê bajarê Urmiyê li mecilisa rejîma Îranê, li gotûbêjekê di gel “Başgaha Nûçegihaniya Cewan” ragihandiye: “Tu kesek di dema kolberiyê de li ser sînoran nehatine kuştin û birîndarkirin”.

Navbirî got: “Hinek ji nûnerên xwefiroş di mecilisê de, hêzên sînorî yên wekî, Spaha Pasdaran û hêzên întizamî, bi kuştina kolberan tawanbar dikin”.

Qazîpûr îdî`a dike ku, bo karê kolberiyê, hikûmet û nîzam cihên taybet û demjimêrên xuya diyarî kirine, û heya niha tu kesek di sînorên fermî û kolberî de, ne hatine kuştin ne jî, birîndarbûne.

Li gorî gotina Nadir Qazîpûr, yê bi nav nûnerê bajarê Urmiyê li mecilisa rejîma Îranê, “Kesên dijî şoreş û qaçaxçiyên çekdar yên ku, li cihên nefermî hatûçûnê dikin, ji aliyê Biryargeha Hemize a Seyid El-Şoheda tên cezadan.

Niqaşên Nadir Qazîpûr, yê bi nav nûnerê bajarê Urmiyê li mecilisa rejîma Îranê, di demekê de ye ku, bi îşarekirina bi amarên tomarkirî yên li navenda amara Ajansa Nûçeguhaniya “Kurdpa”yê, di sala 1397`an, li ser hev 265 kolberên Kurd li sînorên Kurdistanê bi sedemên cuda hatine kuştin yan jî, birîndarkirin û 177 kolberên din jî, bi teqeya rasterast yên hêzên leşkerî yên hikûmetî hatine kuştin û birîndarkirin.