Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qebareya avbendên parêzgeha Urmiye ji sedî 24 kêm kirine

12:49 - 30 Kanûna Paşîn 2022

Di heyama hefteyên derbazbûyî de, tevî barîna berfa zêde, dîsan qebareya ava avbendên, parêzgeha Urmiye ji sedî 24 kêm kiriye.

Yasir Rehberdîn rêveberê Giştî yê îdareya Ava parêzgeha Urmiye ragihandiye ku, tevî vê ku di demsala Payîzê de asta barîna berf û baranê zêde bûn lê, asta ava avbendên wê parêzgehê liçav sala borî, ji sedî 24 kêm kiriye.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye ku, digel darêtina pilan û bernameyên hûr, em dikarin hem ava vexwarinê, hema ava bona çandiyê û hem jî ava gola Urmiye dabîn bikin.

Ev gotinên rêveberê giştî yê îdareya Ava Parêgeha Urmiye di demekê dene ku, di heyama sala derbazbûyî de, li çendîn navçeyên vê parêzgehê, ji ber kêmbûna avê û xemsariyên berprisên rejîmê ên pêywendîdar yên rejîma Îranê, berhemên cotiyaran ji ber nebûna avê jinavçûne.