Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera danûstandinan li bajarê Viyenê xistine piştî hilbijartinan

17:50 - 13 Hezîran 2021

Cihgirê Siyasî yê Wezareta Derve û berpirsê girûpa danûstandinên rejîma Îslamiya Îranê” Ebas Îraqçî” gotiye: “Heta Heftiya bê, anku piştî hilbijartinan, em nikarin bi encameke giştî ya gelempera danûstandinên bajarê Viyenê bigîjin”.

Herwisa navbirî got: “Em li pey lihevhatineke dilxwaz û baş bo Komara Îslamiya Îranê ne û li wî warî de em bi lez nînin û demê jî bi heder nadin, zivirîna Amerîkayê bo Bercamê, hindek mijarên teknîkî, hiqûqî û siyasî li xwe digre ku bûne sedema dirêjbûna heyamê wan danûstandinan”.

Hevdem, berpirseke payebilinde Rojavayî bi rojnameya “Washington Post”ê re ragihandiye: “Bêbaweriya wan 2 aliyan, li ser danûstandinan bûye astengek”.

Ew gotinên “Îraqçî” li halekê de bûn ku li yekem rûniştina doreya 6ê ya danûstandinên birêveçûna Komîsiyona hevpar a Bercamê bi beşdariya Îran, Rûsiye, Firanse, Birîtaniya, Alman û Yekîtiya ewropayê bi rê ve çû.

Cihgirê Berpirsê Siyasî yê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê, “Enrique Mura”, serokatiya gotebêjên komîsiyona hevpar li stuyê xwe girtiye.