
Qedera 9 penaberên Kurd yên Rojhilatê Kudistanê ku 4 mehan berî niha jî ailyê Tirkiyê ve radestî çekdarên Sûriyê kiribûn, nexuya ye.
Dewleta Tirkiyê li roja 31ê Gelawêja 1400an a Rojî 9 penaberên Rojhilatê Kurdistanê ku xelkê bajarên “Pawe û Serdeştê” ne û bi awayê yasayî çûbûne “Tirkyê” û dixwastin ji rêya welatê “Tirkiyê” ve ber bi welatên Ewropayê ve herin, binçavkirin û ji rêya bajarê “Exizaz” radestî çekdarên “Cibhet El-nesir” a ser bi rejîma “Sûriyê” kirin.
Piştî derbasbûna 4 mehan ji radestkirina wan 9 penaberên Rojhilatê Kurdistanê ku 8 kes ji wan xelkê bajarê “Pawe” û 1 ji wan jî xelkê bajarê “Serdeştê” ye hêj qedera wan nexuyaye, hevdem digel wan 9 penaberan, 58 penaberên Başûrê Kurdistanê jî hatine radestkirin lê ew 58 kes piştî heyamek kurt bo Başûrê Kurdistanê hatine zivirandin.
Hewl û lipeyketinên malbatên wan penaberan heta niha encamek tine bûye û nekarîne ti zaniyariyekê bi dest bixin, herwisa du heftî berî niha jî malbatên wan penaberan li ber deriyê balyozxaneya “Tirkiyê” li bajarê “Tehran”ê kombibûn û daxwaza rohinkirina qedera zarokên xwe kirin lê ti bersivek bi wan nehatibû dan.