Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeter dostê Îranê li Axûndan dûr dikeve

12:37 - 29 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Qeter bo civîna bilez ya welatên Erebî hate gazîkirin û ber bi hêma welatanê Erebî de cih digire.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Wezaretxaneya Qeterê ku berê bas kiribû, bo civîna bilez a welatanên Erebî nehatiye gazîkirin, lê “Melik Selman” Paşayê Erebisatna Si`ûdî bi awayekî fermî “Mîrê Qeterê” bo civîna bilez ya welatên Erebî gazîkir.

Ew du civînên bilez yên welatên Erebî, biryar bû ku li 30`ê Gulana 2019`an li bajarê “Mekê ya Erebistan”ê  bê lidarxistin, ew civîn derheq balafirên bê pîlot ên Husiyên terorîst yên Yemenê ku êrîşî li ser Erebistanê dikin û herwisa ew êrîşên ku li ser 4 neftkêşan hatine encam, bê lidarxistin.

Erebistana Si`ûdî, Behrên, Hevpeymaniya Erebî û Misr, li Hezîrana 2017`an, dorpêçên aborî û dîplomasî xistine li dijî welatê Qeterê, û her bi wê sebebê ku Qeterê piştevaniya girûpên terorîstî ên girêdayî rejîma Îranê dikir hate tehrîm kirin.

Ev civîna bilez di demekê de tê lidarxistin ku, di heyama çen hefteyên borî de, ku aloziyên dinavbera Amerîka û Îranê derketine û herwisa Roja Yekşemî 22`ê Banemera 1398`an, 4 gemiyên bazirganî li nêzîkî berlêvên ava “El-Fecîre” li nav avên navneteweyî yên Behra Omanê, û 2 gemiyên neftê yên Erebistanê jî rastî kiryarên terorîstî hatibûn.

Herwisa Husiyên terorîstî yên Yemenê jî, bi berdewamî bi balafirên bê pîlot êrîşên esimanî li dijî bajarên Erebistanê Si`ûdî pêk tîne.

Her di vê derheqê de, “Erebistana Si`ûdî” bi gazindeyên tund li dijî rejîma Îranê tekez kir ku, hezkiriyê şer nîne di deverê de, daxwaz li wetên Erebî da ku civîneke bilez di vê derheqê de lidarbixînin.