Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeyrana bêavî yek ji mezintirîn pirsgirêka xelkê bajarê Xoyê ye

18:24 - 21 Çirriya paşîn 2020

Tevî hebûna qeyranên wekî aborî, bihatî, hejarî û bêkarî li Kurdistan û Îranê, xelkê bajarê Xoyê li parêzgeha Urmiyê, pirsgirêka bêavî li ser jiyana wan dijvartir dike.

Xelkê Xoyê li derheq pirsgirêka bê aviyê ragihandine: “Bajarvanî neku di hizra  çaresernekirina pirsgirêka bê aviyê de nîne, belkî ava avdêrîkirina park û keskatiya nav bajar ji bi ava vexwarinê avdêrî dike.

Herwisa xelkê Xoyê dane xuya ku: “Bajarvaniya Xoyê her bixwe rola serekî di pirsgirêka bê aviyê de heye û tevî ku alîkarder nîne belkû di dijvartirbûna wê pirsgirêkê de her bi xwe tawanbarê serekî ye.

Bajarvaniya Xoyê bi avdêrîkirina park û keskatiya nav wî bajarî , 26 hezar beranberî ava bikarhatî ya her malbatekê, avê bikar tîne.

Tevî dewlemendbûna parêzgehên Kurdistanê ji aliyê avê ve, piraniya bajarên Kurdistanê pirsgirêka bê aviyê hene û ji aliyê karbidestên rejîma Îranê ve, ava bajarên Kurdistanê bo bajarên din yên Îranê vediguhaze.