Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qezaqistanê hukmê îdamê bi tevawî ji yasayên cezakirinê hilgirt

11:19 - 30 Kanûna pêşîn 2021

Serkomarê Qezaqistanê “Qasim Comart Toqayêv” hilgirtina tevaw ya îdamkirinê li yasayên cezakirinê wajo kir.

Parlemana Qezaqistanê reşnivîsa hilgirtina cezaya îdamkirinê ji yasayên cezakirin ên wî welatî pesedend kir û Serkomarê Qezaqistanê “Qasim Comart Toqayêv” bi wajokirina wê reşnivîsê, îdamkirin di wî welatî de bi tevawî hilgirt û welatê Qezaqistanê bo tevlîbûna wî welatî bo pêbendbûna navnetewî ya mafê medenî û siyasiyê Saziya Welatên Yekgirtî ew biryar daye.

Yek ji protokolên wê pêbendiya navnetewî hilgirtina tevaw ya hikmê îdamê ye.

Dadgehên Qezaqistanê ji sala 2004an ve hukmê îdamkirinê ragirtibûn û bi tenê kesek dî wî welatî de bi tawana teqe û kuştina bi kom li bajarê “Almatî”yê, bi îdamkirinê hatibû cezadan ku niha hukmê wî bo girtîgeha hetahetayî hatiye guherîn.

Di cîhanê de 108 welatan hukmê îdamkirinê bi tevawî hilgirtine û 28 welatan jî birêvebirina wî hukmî hilveşandine.

Pêka rapora Saziya Lêbihorîna Navnetewî li demsala bihara îsal, tevî daketina %26 cîbicîkirina hukmên îdamê di cihanê de, ew rêje di Îran û Çînê de ti guherînek tine bûye û rejîma Îranê piştî Çînê zêdetirîn rêjeya îdamkirinan li xwe digre û rejîma Îranê sala par aliyê kêm 246 kes îdam kiribûn û sala 2019an de jî ew rêje zêdetir ji 251 kesan bû.