Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qezaya terafîkê li ser riya Merîwan bo Sewlawa canê 5 welatiyan girt

19:53 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bi sedema lihevxistina tirombêlek li cirê Pirayît tevî du motorsiklet li ser riya Merîwan bo Sewlawa, 5 hemwelatî hatin ku?tin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, êvareya roja Înê 11\'ê Tîrmeha 2014\'an, bi sedema lihevxistina tirombêlek li cirê Pirayît tevî du motorsiklet li ser riya Merîwan bo Sewlawa, 5 hemwelatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û 2 kesên din jî bi tondî birîndar bûn.

Di wê qezayê de 4 serni?înên motorsiklet bi navên Suheyîb Batî? kurê Elî, Zana Rehmanî kurê Yûsif, Selah Weyîsî û Hadî Resayî kurê Ebûbekir canê xwe ji dest dan.

Herwiha jinek bi navê Kubra Husênî temen 47 salî û keça Seîd Celal Husênî xelkê gundê Boryer ku di tirombêlê de bû canê xwe ji dest da.

Rê û tirombêlên nasitandard di Îranê de ji sedemên sekere yên qezaya terafîkê tê hejmarkirin.