Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qezaya tirafîkê li Kurdistanê zêdetir kiriye

14:13 - 21 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Li gor aramar û nûçên pêwendîdar bi bûyera tirafîkê, rêjeya qurbaniyên wê diyardê li Kurdistanê zêdetir kiriye.

Li gor rapora Kurdistanmedia û pişt girêdan bi raportên pizişkî ya yasayî a Îlamê, rêjeya qurbaniyên qezaya tirafîkê li sala 1391’a Rojî berhevdan tevî sal 1392’a Rojî, %7,5 zêde kiriye.

Li gor wan serhejmariyane di sala 1392’a Rojî de, 2796 kes seba bûyera tirafîkê li parêzgeha Îlamê hatine birîndar kirin.

Ji aliyek din we nûçegihaniya Îrna li devê polîsê tirafîkê yê parêzgeha Îlamê biliv kiriye, 16 bûyerên tirafîkê di vî parêzgehê de qewimîne ku 57 qurabanî hebûn e.

Di vê pêwendiyê de li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 19’ê Nîsan a 2014’an, seba qezayek tirafîkê li rêya Meraxê bo Zencanê, du hevwelatî bi navên “Edrîs Kareşî kurê Kerîm” û “Hesen Xah kurê Omer” xelkê gundê “Dê Mensûr”a deverê Şamat a Mihabadê, canê xwe ji dest dane.

Ji aliyek din we sibêdeya roja Yekşemî 20’ê Nîsanê li rêya Sine bo Dîwanderê, di qezayek tirafîkê de tirombêlek barhilgir bi tirombêlek sewarî li hev ketin û 5 kes ji tirombêla sewarî canê xwe ji dest dan.

Di 3 bûyern din yên tirafîkê de di rêyên Xoyê bo Selmas, Miyandab bo Mihabad û Îmamzade bo Urmiyê de Sê hemwelatî canê xwe ji dest dan.

Nasitandariya rêyên Kurdistanê û xemsariya berpirsan ji çêkirin û nojenkirina wan rêyane û herwusa nebûna lemperên rêx cadan û zivirîna tirombêlan bo aliyê çep, ji wan sedemên serekî ne ku qezaya tirafîkê li Kurdistanê de diqewim in.