
Li parêzgeha Îlam û Kirmaşanê bi sedema qezayên trafîkê çendîn welatiyan canê xwe ji dest dan û çendîn kes jî birîndar bûn, piraniya wan qezayan bi sedema standardnebûna rê û hebûna çal di rêyan de ye.
Berpirsê Giştî yê “Heyva Sor” yê Parêzgeha Îlamê, “Elîesqer Elîekberî” ragihand, ku maşîna welatiyekî 21 salî li geviya “Çem Şenbe” li “Helîlan”ê ji rê derketiye û ketiye nav ava çemê “Sêmere” û piştî 2 rojan hêj termê wî kesî tevî hewla xelkê, hêj peyda nekirine.
Herwisa li parêzgeha Kirmaşanê di bajarê “Sonqur û Kulyayî”ê de, maşînek rastî qezaya trafîkê hat û di wê bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.
Herwisa maşîna malbatekê di rêya “Homêyl bo Îlamê” de, ji rê derketiye û ketiye nav gelî, di wê qezaya trafîkê de 5 kesên wê malbatê, canê xwe ji dest dane.
Herwisa li rêya “Kirmaşan bo bajarê Şabad”ê, mînîbûsek bi sedema şemitokbûna rê, rastî qezaya trafîkê hat û ji rê derket, pêka ragihandinên rejîmê di wê qezaya trafîkê de, 11 kes birîndar bûne.
Sedema bingehîn ya wan bûyerên trafîkê, “hebûna çal, standardnebûn, nûjennekirin, nebûna nîşandekên trafîkî” li wan rêyan de ye û rejîma Îranê ti hewlek bona çareserkirina wan rêyan di Rojhilatê Kurdistanê de nade.