Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qiraxnişînî bûye metirsiyek bo ser gundan

17:14 - 4 Îlon 2021

Qiraxnişînî li bajarê “Kirmaşan”ê zêde bûye û çêkirina avahiyan li derdorê bajarê Kirmaşanê bi qasekî zêde bûye ku nêzî gundan bûne û bûye mertirsiyek bo ser wan gundan.

Taxên qiraxnişîn wekî krîzekê tên hesibandin û li kêmtirîn xizmetguzariyan bêpar in.

Yek ji sedemên zêdebûna qiraxnişî di wê parêzgehê de eva ye ku parêzgeha “Kirmaşan”ê bi şêweyek standard nayê geşekirin.

Herwisa zêdebûna qiraznişînî li bajarê “Kirmaşan”ê, di halekê de ye ku rêjeyek zêde avahiyên herifî û kavil di wî bajarî de hene ku nûjenkirina wan dikare pêşiya zêdebûna qiraxnişîniyê digire.

Dabînkirina xizmetguzariyên hewce û jêrsaziyek rêkûpêk di gundan de dikare pêş ji koçkirina gundnişînan bo bajaran bigire û di encamê de qiraxnişînî kêmtir bibe.

Di sala 1393an de 36 taxên arîşedar di parêzgeha “Kirmaşan”ê de hatine nasandin ku 13 ji wan taxan di rewşeke gelek nebaş de ne.