Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Qubad Talibanî” Spasa Lêpirsiyarê PDKÎ kir

17:54 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Cihgirê Serokwezîrê herêma Kurdistanê, di nameyekî de, spas û pêzanîmên xwe pêşkêşê Lêpirsiyarê Giştî ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir.

Name wiha ye:

Birêz Lêpirsiyarê Giştî ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Silaveke gerim…

Bi spas ve, pîrozbahîya te gihîşte destê min, em jî di wê kabîneyê de, hêvîdarin bi piştevaniya xelk û hemû aliyên me, piroseya xizmetkirin bi welatiyan re û zîndîkirina herêma Kurdistanê ber bi pêş bibin û hikûmraneke tendirûst avabikin ku cihê şanaziya hemû aliyeke me be.

Bi dilsozane hewl didin bo parastina û qayîmkirina biratî û yekrêzî dinavbera hemû aliyeke siyasî li pêxema berjiwendiyên xelkê Kurdistanê. Dûbare spasê we dikim û hêviya me ser bilindiya we ye

Digel rêz û hûrmet

Qubad Talibanî

Cihgirê Serok Wezîran