Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qurbaniyên qezaya terafîka sala 1392’a Rojî, li Sine %9 zêde kiriye

15:50 - 12 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Qurbaniyên bûyera terafîkê li parêzgeha Sine, di sala 1392’a Rojî bi berhevdan ligel sala 1391’a Rojî zêde kiriye.

Li gor rapora nûçegihandiyên hundirî welat, qurbaniyên qezaya terafîkê li parêzgeha Sine her sal zêde dike û sala 1392’a Rojî bi rêjeya ji sedî 9 zêde kiriye.

Rê û banên nasitandard û xemsariya aliyên pêwendîdar ji bo nojen kirina rê û banan, weke sedemên zêdebûna bûyera terafîkê li rêyan tê hejmar kirin.

Di demekê de pitir ji 35 deverên geryanê li parêzgeha Sine heye û salane hejmarekî berçav geştyar têne vê parêzgehê, rê û ban tu guherînek bi ser de nehatiye û berpirsên rejîm kêmtirîn hewlek li wî varî de dane û didin.