Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qurbaniyên qezaya terafîkê di Kurdistanê de zêde kiriye

21:13 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Xemsarî û zêdebûna rêjeya bertîl xwarî (Rişwe xwarî) ji aliyê memûrên polîsên terafîkê û nasitandariya rê û banan û herwiha tirombêlên li Îranê û bi xasmanî di Kurdistanê de rêjeya bûyera terafîkê zêde kiriye.

Li gor rapora kurdistanmedia, di heftiya derbasbûyî de bi sedema qezaya terafîkê 10 hemwelatî li bajarê Bokanê mirin ku 4 kes ji wan xwendekar bûn.

Navên heft kes ji wan qurbaniyane “Nerîman Xurend, Omer Rehîmzade, Ebûbekir Mucawerî, Îbrahîm Xaric, Silêman Xuşkam, Newîs Rehîmî ş Sadiq Xukam” bo Kurdistanemdia eşkere bûn.

Ji aliyek din ve li ser riya Urmiyê bo Qûşçî bi sedema wergêrana tirombêlek li cirê Prayît, sernişînekê canê xwe ji dest da.

Her li vê riyê û di bûyerek din a terafîkê de, tirmbêlek li cirê Pêjo 206 wegeriyaye û sernişînek hat kuştin û du kesên din jî hatin birîndarkirin.

Di wê pêwendiyê de tirombêlek li cirê Prayît li ser riya Deyînewer û Sehne li parêzgeha Kirmanşanê wegeriya û 6 hemwelatî birîndar bûn.

Herwiha di riya gundê Sunqurava li parêzgeha Kirmanşanê dîsan Pirayîtek wegeriya û 3 kesan canê xwe ji dest da û du kesên din jî hatin birîndar kirin û ew birîndarane bo nexweşxana Kirmanşanê veguhastin.

Li gor amar pizîşkê yasayî a Îranê, di sala 1392’an a Rojî de, 1772 hemwelatî bi sedema qezaya terafîkê li çar parêzgehên Kurdistana Îranê (Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlamê) canê xwe ji dest dane.

Herwiha di çar parêzgehên Kurdistana Îranê de, di meha Xakelêweya 1393’an a Rojî de 137 welatî bi sedema qezaya terafîkê canê xwe ji dest dane ku ew serhejmariye di heyva Xakelêweya 1392’an a Rojî de 140 kes hatiye ragehandin.