Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qurbaniyên vîrûsa Korona gihîşte nêzî 6 hezar kesan

18:05 - 29 Nîsan 2020

Pêka amarên rejîma Îranê hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê gihîşte nêzî 6 hezar kesan û 93 hezar û 757 kes jî tûşê wê vîrûsê bûne.

Roja Çarşemî, 29`ê Nîsanê, Berdevkê Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Kiyanûş Cehanpûr”, daye zanîn ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de, 80 kes bûne qurbaniya vîrûsa Koronayê û herwisa hejmara kesên tûşbûyî jî 1 hezar û 73 di wan 24 demjimêrên derbasbûyê de bûye.

Pêka amarên ku Berdevkê Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê belav kiriye, hejmara giştî a qurbaniyên vîrûsa Korona di Îranê de gihîşte nêzî 6 hezar kesan û 93 hezar û 757 kes jî tûşî wê vîrûsê bûne.  

Belavkirina wê amarê di rewşekê deye ku, berê endamê Şewraya bajarê Tehranê bas kiribû ku amara tûşbûn bi vîrûsa Koronayê gelek zêdetir ji amara belavkirî ya Wezareta Tenduristiyê ye.

Herwisa navenda Lêkolîn a meclisa rejîma Îranê bas kiribû ku amara serast a qurbaniyên vîrûsa Koronayê 2 qat û amara tûşbûyan di navbera 8 heya 10 qatan ji ya aliyê Wezareta Tendirustî a Îranê ve hatî belvkirin zêdetir e.

Herwisa pêka gotina Cihgirê Wezîrê Tenduristî ya rejîma Îranê, “Elîriza Re`îsî”, 60 bajarên Îranê ku hemû parêzgehên Îranê li xwe digirin di rewşa sor dene.