Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutabiyên gundên Kirmaşanê nigeranê nebûna înternetê ne

11:31 - 16 Îlon 2021

Tevî nêzbûna demsala hînkarî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, beşeke zêde ji gundên Kirmaşanê ji alavên hewce bo hînkariya ONLINE û înternetê bêpar in û di hin cihan de jî bi qasekî lezgîniya wê kêm e ku nayê bikaranîn.

Qutabiyên dibistan û xwendingehên gundan li Kirmaşanê tevî ku pirsgirêka nebûna alavên hewce bo hînkariya bi awayê ONLINE hene, nigeran in ku wekî sala derbasbûyî ji înternetê bêpar bin û ji hînkariyê bi dûr bimînin û sala derbasbûyî beşeke zêde ji qutabiyên di gundan de bi sedema nebûna avalên hewce û înternetê, bêpar mabûn.

Birêveberê giştî yê Perwerde û Hinkariya rejîma Îranê li parêzgeha Kirmaşanê “Mecîd Yezdanpenah” gotiye: “4 hezar dibistan bi rêjeya 27 heta 28 hezar qutabî di wê parêzgehê de hene ku alavên hewce wekî tablêtan tinînin ,bi awayê nêvince di her dibistanekê de 10 heta 15 qutabî hene ku bo wan renge bi awayê amadebûn di polan de hînkarî bê encamdan.

Qutabî li gundên parêzgeha Kirmaşanê bi sedema nebûna alavên hewce û nebûna înternetê rastî pirsgirêkên micid hatine û heta niha berpirsên rejîmê bilî sozên çewt ti pêngavek bo çareserkirina wan pirsgirêkan hilnegirtine.