Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûn a Berqê di Îranê de pirsgirêkeke giştî ye

16:04 - 15 Kanûna Paşîn 2021

Qutbûna Berqa Îranê bi qasekî zêde bûye ku tevî xisarên malî, bûye sedema rawestandina kar û rawestana jiyana xelkê û rejîm di cihê dabînkirina Berqa xelkê Îranê, Berqê difroşe welatên din.

Bajar û gundên Îranê dem bi dem rastî qutbûna Berqê tên û berpirsên rejîma Îranê daxwaz ji xelkê dikin ku asta bikaranîna Berqê kêm bikin, hekî ne dê rastî qutbûna Berqê bibin û herwisa çendîn vizegehên berhemanîna berqê di cihê gazê, ji mazotê mifah verdigrin ku dibe sedema pîsbûna hewa û gefekî mezin li ser tenduristiya xelkê.

Di halekê de ku Îran xwediyê paşketên herî mezine Gazê di cîhanê de ye û berhemanina Berqê bi mifahvergirtin ji gazê, gelek erzan dikeve.

Di parêzgehên wekî Tehran, Tewrêz, Urmiyê, Sine, Kirmaşan û çend parêzgehên din, Berq bi awakekî berfireh qut dibe.

Xelkê Îranê ji Berqê û perê firotina wê Berqê bi welatên din jî bêparin e û hêj bi tewawî rohn nine ku karxane û navendên Çînî li Îranê û herwisa navendên navokî yên rejîmê heta ti demekî dê Berqa wî xelkî bidizin.