Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê di Îran û Kurdistanê de berdewam e

11:43 - 26 Kanûna Paşîn 2021

Qutbûna berqê di bajarên Kurdistan û Îranê de jiyan û karê rojane ya xelkê dijwar kiriye û her roj yek du demjimêr berq tê qutkirin.

Krîza nebûn û qutbûna berqê di Îran û Kurdistanê de ber bi rewşek xirab ve diçe û karbidestên rejîmê bo kontrolkirina wê rewşa xirab, hatine xişteya qutbûna berqê bo her bajarekî darêtine û pêka wan xişteyan rojane çend demjimêr berq dê bê qutkirin û ew qutbûne bi taybet di demsala sirê de bo ser jiyan xelkê pirsgirêk e.

Heta niha sedema sereke a wê qutbûnê ji aliyê karbidestên rejmê ve nehatiye gotin, û gotinên cuda li ser wê pirsgirêkê hene.

Berdevkê Pîşeya Berqa Îranê Mistefa Recebî Meşhedî dibêje: “Sedema qutbûna berqê sînordarbûna şewata vizegehên berhemanîna berqê ye”.

Şirketa “Tewanîro” ragihandiye: “Sedema nebûna berqê zêdebêna rêjeya bikaranîna berqê ji aliyê hevwelatiyan di beşa malî û ticarî de ye.

“Bîjen Zengene” Wezîrê Nefta Îranê gotiye: “Bi sedema nebûna şewatê bo vizegehên berhemanîna berqê ew neçar in ji mazotê mifahê wergirin”.

Ji aliyek din ve jî hatiye gotin ku deranîna “bît koîn”ê yek ji sereketirîn sedemên qutbûna berqê ye.