Qutbûna bê bername û berfireh a berqê di Îranê de xelk tûşî pirsgirêkên micid kirine, tevî xisarên aborî û rawestana kar, nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye û xelkê silogan li dijî rejîmê dane.
Qutbûna berfireh û bê bername li Îranê, xelk rastî pirsgirêkên micid hatine û pêka gotina berpirsên rejîmê heta meheke dinê jî ew qutbûn dê berdewam bin, xelk ji qutbûna berfireh û bê bername bêzar bûye û siloganên dijî rejîmê wekî “Bimre Xamineyî” û “Bimre dîktaror” didin û xwenîşandan lidar xistine.
Berdevkê Komîsiyona Meclîsa rejîmê “Elî Nexeî” gotiye: “Qutbûna 8 demjimêriya berqê pirsgirêk afirandine û nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye”.
Karên kargehan, werzêrî, pîşeyên berhemanîna goşt, îdare, bazar, dermanxane, nexweşxane û … hwd, bi sedema qutbûna berqê rastî rawestana kar û pirsgirêkên micid û xisarên giran hatine.
Di çendîn bajarên mezin wekî Tehranê û li çendîn parêzgehên Îranê wekî Fars û Xurasanê, qutbûna berqê bûne sedema xwenîşandana xelkê û wan li dijî rejîma Îranê silogan dane.
Berdevkê Pîşeya Berqê gotiye: “Bikarhatina berqê di Îranê de ji 65 hezar û 900 Migawatan zêdetir bûye û renge ji 66 hezar Migawatan jî derbas bibe”.
Pêka pêşbînî û berewirdan, qutbûna berqê dê berfirehtir û demdirêjtir bibe û bi sedema nebûna av û berq, menca 5ê a Koronayê, hejarî, nebûna dahat, gendelî û neşiyana berpirsên rejîmê û zulma wan, jiyana xelkê dê hêj dijwartir bibe.