Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna Înternetê di Xuzistan û bajarên din ên Îranê de herwisa berdewam e

12:46 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2021

Qutbûna înternet û berqê di çendîn bajaran de berdewame û rejîm bi qutkirina înternêtê dixwaze cinayetên hovaneyên xwe û tepeserkirina xelkê veşêre.

Qutbûna înternetê di bajarên parêzgeha Xuzistanê de ku di çend rojên derbasbûyî de li hember pirisgirêka bêavî û piştguhavêtina pirsgirêkên xelkê ji aliyê rejîmê ve, xelkê xwenîşandanan lidar xistin û qutbûna înternêtê jî pirsgirêkên xelkê zêdetir kirine.

Rejîma Îranê bo pêşîgirtin li berfirehtirbûna xwenîşandanan, berq û înternêt qut dike û lezgîniya înternêtê kêm dike lewma li bajarên parêzgeha Xûzstanê û bajarên dinêye Îranê de înternêt qut kirine an lezgînîya wê heta qasekî kêm kirine ku kes nekare mifahê jê verbigre û herwisa nebûna înternêtê tevî vê yekê ku pirsgirêk bo şirket û saziyan û îdareyan afirandiye, bo xelkê jî pirsgirêkek afirandiye.

Rejîma Îranê hertim bo birîna dengê xelkê  li dema aloziyan û bi hecetên cur bi cur, bizanebûn înternêtê qut dike ku bikare di rewşke perdepoşkîrî de tevî rêgirîkirin ji xwenîşandanan wan bi awayê hovane tepeser bike.

Herwisa Saziya Navnetewî ya Mafê Mirov, daxwaz ji Îranê kiriye ku qutkirina înternêtê di Îranê de bi dawî bîne .