Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna Înternetê rojê 60 milyon dolar, xisrê digehîne Îranê

11:33 - 21 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Eve 6 roje Înternêt di Îranê de hatiye qutkirin û pêka berhevdanan, sedan milyon dolar, xisar bi dû xwe de bi cî hêlaye.

Di 6 rojên xwenîşandana xekê Îranê de, rejîmê bi tewavî Înternet qut kiriye, da ku dengê xwenîşanderan negihe cîhanê.

Rejîma tepeserkar a Îranê bona evê ku dûr ji çawê dunyayê bikare cinayetên mezin encam bide, û xwenîşanderan bi awayê hovane tepeser bike, û bi meqseda qutkirina peywendiya xelkê digel cîhanê, Înternet qut kiriye.

Pêka berhevdanan, rojê 60 milyon dolar, xisar li rejîmê dikeve. Nêt Blakz Navenda zêrewanî ya cîhanî ya Înternetê ragihand ku, rejîmê bi armanca qutkirina peywendiya xelkê, Înternet qut kiriye, di 100 demjimêrên derbasbûyî de, sedan milyon dolar xisar giheştiye Îranê.

Navenda Zêrewanî ya Cîhanî ya Înternetê ragihand ku, qutkirina Înternetê di Îranê de, mînaka herî mezin a qutbûna vê torêye di Cîhanê de.

Saziyên mafê Mirov û zaf Welatan, daxaz ji rejîma Îranê kirine ku Înternetê bide xelkê, û ev karê rejîmê binpêkariya mafê Mirovan bo dest pêre gehîştina bi azadiya peywendiyê dizanin û şermizar dikin.