Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna Ba li bajarê Şinoyê xisar gihande werzêran

17:46 - 3 Hezîran 2021

Serokê îdareya Kêşûhewa yê bajarê Şinoyê, “Salih Rawendî” got: “Rabûna ba li bajarê Şinoyê ku lezgîniya wê 90 kîlometir li demjimêrekê de bû, bo xelkê deverê pirsgirêk afirandiye.

Herwisa “Salih Rawendî” daye zanîn ku çend rojan berî niha, rabûna ba li bajarê Şinoyê de destpêkiriye û heta çend rojên din jî dê berdewam be.

Herwia navbirî got: “Lezgîniya ba bi qasekê bûye ku bûye sedema şikandina tayên daran û werîna mêweyên biharî ên wekî Gêlas û Şelîlan û herwisa pirsgirêk li hatinûçûna xelkê de jî afirandiye.

Herwisa di wê derheqê de, li bajaroka “Sîlwana”yê de, rabûna ba gelik xisarên malî bi xelkê gihandiye û lezgîniya ba bi qasekê bûye ku bûye sedema şikandina tayên daran û werîna mêweyên biharî û herwisa xisar bi xaniyên welatiyan ji ketiye.