Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna lehiyan li Îranê xisarên zêde li pey xwe anîne

12:36 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rabûna lehî li çendîn parêzgehên Îranê xisarên zêde li pey xwe anîne û rejîma Îranê tevî huşdariyên îdareya keşûhewa ti pêngavek bo kêmkirina xisaran nehavêtiye.

Berpirsê “Heyva Sor” a rejîma Îranê “Pîr Husên Kolîvend” li derheq rabûna lehiyê li taxa Îmamzade Davûd bi Nûçegihaniya “IRNA”ê re gotiye: “Heta niha me 500 kesên berketiyê lehiyê bo cihên ewleh veguhastine û heta niha 4 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne û lêkolîn berdewam e”.

Li derheq xisarên malî yên lehiya bajarê tehranê heta niha ti amarek belav nebûye, lê piraniya kolan û şeqamên taxa “Îmamzade Davûd” tejî herî bûne û bi sedema roçûna erdê 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Di bajarê “Istehban” li parêzgeha Fars de lehî bû sedema canjidestdana 22 kesan.

Di lehiya parlzgeha Sîstan û Belûçistanê de jî 86 gund kevtine bin avê û 5 kesan jî canê xwe ji dest daye nêzî 2 hezar kes rastî xisaran hatine, rewşa berkevtiyên lehiyê dijwar e û bi sedema nebûna hewcehiyan xelk rastî pirsgirêkan hatine.

Herwisa li bajarê “Zerend” a girêdayî parêzgeha Kirmanê xisarên gelek zêde geheştiye rez û baxan û rêya 65 gundan qut bûne.

Amara serast a xisarên canî û malî ji amarên belavbûyî gelek zêdetir in.