Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna Lehiyê di 7 Parêzgehên Îranê de gelek xisar bi dû xwe de hêla

13:03 - 23 Adar 2020

Bi hegera barîna Baran û Teyrokê û rabûna Lehiyê, xisarên mezin geheştine dehan Bajar û Sedan Gundan li 7 Parêzgehên Îranê.

Parêzgehên Hormozgan, Fars, Bûşêhr, qum, Gilan, Kirman, û Sîstanû Belûçistanê de bi hegera rabûna Lehiyê 7 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî bêserşun bûne.

Herwisa bi hegera Lehiyê Av kete nava Bajar û Gundan û gelek xisara Maddî jê kevt.

Wê lehiyê piraniya Rêkên hatûçunê, Berq û Av û sedan Mal û derbanên xelkê herifandine û Av tejî Malan bûye.

Ewa ji di demekê deye ku rewşa xelkê Wela bi hegera hebûna Vîrûsa Korona yê awarteye û tu kes û aliyekê tedabîra xwe parastina di henber rabûna lehiyê negirtibûne bera xwe.

Felaket û malvêraniyê ser xelkê Îranê de girtiye û rewşa xelkê gelek xirabe û rejîma dijî mirove Îranê jî bê guhdan bi wê rewşa ku bi ser xelkê de hatiye, deshilata dîktatorane ye xwe zêdetir, çi tiştekî dine jêre xem nine.