Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna lehiyê di bajarê Ehwazê de, xelk perîşan kirine

12:16 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema barîna baran roja Duşemî li bajarê Ehwazê ku bû sedema rabûna lehyê û averoyê bajar xitimîn û av kete nav malan, eve jî bû sedema perîşaniya xelkê.

Bi sedema barîna baraneke bigur a roja Duşemî 25`ê sermawezê, ku di piraniya bajarên parêzgeha Xûzistan de, Lehî rabû û av kete nav bajaran, û ev rewş bi taybetî li bajarê “Kot Abdullah”, a navenda Karûnê hebû û av kete nav malan û eva jî bû sedema acizbûna xelkê Ehwazê.

Herwisa ew rewşe heya niha jî berdewam e, û heta niha ti berpirsekî rejîmê guh nadine wê rewşê, ku ew barîna barana tund li heyama çend demjimêran, 6`SM zêde bû, ku bû sedema çêbûna lehîyê.

Her bi vê sedemê çend bajên din ên xuzistanê jî, rastî rabûna lehiyê hatin û guhnedana ti aliyek ji berpirsên rejîmê, ku ew ava pis dibe sedema dehan nexweşiyan, û nerizayetiya hevwelatiyan bi du xwe re anîn.

Rejîma îranê di cihê ku li fikra hevwelatiyan de be, û pirisgirêkên hevwelatiyan çareser bike, budca welat xercê girûpên terirostî dike û hertim di fikra gendeliyê de ye.