
Kurdistanmedia: Nêzî 2 hezar gundên parêzgeha Urmiyê li kêleka avbend û rûbaranin, û herwisa rabûna lehiyê gefeke micide li ser wan gundan.
Parêzgeha Urmiyê bi sedema ku çiyayî ye û herwisa avbendên zêde tê de hatine çêkirin, her sal rabûna lehiyê zirareke mezin gihandiye hasil û avahiyên xelkê wî parêzgehê û gundên wan rastî ziyanên mezên hatine.
Pêka belavbûna amaran, li nav 3,500 gundên parêzgeha Urmiyê de nêzî 2,000 hezar gundên wî parêzgehê li tenişt rûbar û avbendan in, lê bi sedema rabûna lehiyê gefeke micide li ser wan gundan.
Di niha de, 10 bajarê û 2 hezar û 75 gundên parêzgeha Urmiyê di metirsiya lehiyê de ne, lê rejîmê jî heya niha ti hewlek bo pêşîgirtina ji wê xisara mezin nedaye.
Rejîm her sal bûdceyekê bo pêşîgirtin li wê bûyerê diyarî dike, lê kes nizane ew bûdceye diçe berîka karbidestên rejîmê, yan jî bo girûpên terorîst li derveyê welat tê terxankirin.