Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna Lehiyê gelek xisar pey xwe hişt

13:03 - 18 Nîsan 2020

Di 2 rojên derbasbûyî de bi hegera barîna Baran û nixteyekî zêde di piraniya nawçên Îranê de, zaf cihan Lehî rabû û gelek xisar bi dû xwe de bi cî hêla.

Di piraniya wan cihên ku Lehî rabû, Av kete nava Bajaran û mal û halê xelkê têk da, û tejî malan bû.

Di hinek Nawçe û Bajaran zirar gihande Av, Berq, û sedan Rêkên hatin û çunê û Pire xirab kirin.

Di Bajarê Perend ê de, roja Înê, Ava Lehiyê hemî Bajar girt û gelek xisar gihande xelkê û Sedan Maşînên xelkê ji hev dan û yan lehiyê dane ber xwe û birin.

Nebûna averoyên hewce, bû hegera tejî bûna Şeqamên Bajarê Perendê ji Ava Lehiyê.

Di Kirman ê de jî bi hegera zêde barîna Baranê, Lehiyekî mezin rabû ku tête gotin ku di 50 salên derbasbûyî de ,lehiyekî hinde mezin nerabûye.

Di Hefteya derbas bûyî de jî bi hegera rabûna Lehiyê li piraniya Parêzgehên Îranê, Av kete nava Bajaran û Rêke, Pire, Berq, hêla Teflefunê qut bûn û heya nihajî rejîm balde neçuye.