Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna lehiyê li bajarê Mihabadê xisareke zêde li pey xwe aniyê

17:29 - 4 Çirriya paşîn 2021

Roja Çarşemî 12ê Xezelwerê, piştî barîna baranê û rabûna lehiyê li bajarê Mihabadê, xemsarî û bikêrnahatina birêvebriya kirîzan ji aliyê karbidestên rejîma Îranmê ve di wî bajarêî de bi rohnî hate dîtin, bi wê sedemê xisareke zêde ya malî bi welatiyên wî bajarî kevt.

Berpirsê rêkxirava “Heyva Sor” di bajarê Mihabadê de bas kiriye ku bi sedema rabûna wê lehiyê, xisareke zêde bi bajar û 13 xaniyên li ser şeqama “Rûnas” li 10 kîlomertiya navbera “Şu`ibe” heta taxa “Mukriyanê” kevtiye.

Xelkê Mihabadê bas kirine ku bajarvaniya wî bajarî, ti bername an reşnivîsek bo rengehiya qewimîna bûyerekî wiha tinîne û rêya lehiyan berçav negirtiye, lewma piştî baraneke wiha, rewşa bajar wiha ye.

Tevî ku rabûna wê lehiyê ti xisareke canî tinebûye lê çendîn maşîn û xaniyên welatiyan xisar pê kevtine.

Çavkaniyan basa vê yekê dikin ku navendên pêwendîdar ên rejîmê, kêmtirîn beşdarî bo hawarçûna xelkê hebûne.

Bajarvaniya Mihabadê di nav kirîzan de nuqum bûye û bi sedema gendeliya sîstematîk a karbidestên wê îdareya rejîmê, çendîn kes ji çêwraya bajarê mihabadê di sala derbasbûyî de hatine binçavkirin.

Bikêrnehatin, gendelî û xemsariya berpirsên rejîmê li wî bajarî, sedema bingehîn a bûyeran tê naskirin.