Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna Lehiyê li parêzgeha Urmiyê, gelek xisar bi dû xwe de anî

13:18 - 26 Adar 2021

Di çend rojên derbas bûyî de, bi hegera barîna Baranekî zêde û bi xur li dewerên parêzgeha urmiyê, li zaf cihan lehî rabû û xisarekî zaf gihande wan cihan.

Di rojên Sêşemî û Çwarşemiya derbas bûyî Baranekî rijd li parêzgeha Urmiyê barî ku bû sedemê rabûna Lêmiştê li dewerên Şino, Mirgewer û Tirgewer, Soma û Biradosta, Selmas û Şipîranê heta digîje dewerên xoy û Makuyê, gelek xisar gehîşte rez û Baxên xelkê, telifîna sedan ser Pez û terşê xelk, xirab bûna Rê û Pire û qutbûna Av û Berqa dehan gundan li wan deweran de.

Bi sedema lehiyê ku çemê Gader herikî, xisar gihande dehan hiktar rez û baxên Şino yê.

Li Mirgewer, Pira geştiyariye Sule dûkelê herfî.

Pira gundê Holistanê ku pira pêkve girêdana çendîn gundane, herifî.

Di gundê Gêsyanê xisar geheşte rez û baxan.

Pira gundê Filkanê herifî.

Lehiyê Boriyên Av a gundê Zêwe şikand û gund bê Av maye.

Herifîna çend Gove “Hel” an li gundê Sosnava û telifîna Pezê xelkê.

Herifîna Gova Pez li gundê Bawanê li herêma Somayê ku dehan ser pezê xelkê telifî.

Piraniya Rê û Pir û kanalê Avê xisra dîtine, û hezaran hiktar Rez û Bax û daran xisar dîtine.

Li herêmên Selmas û Xoyê jî di nava bajaran de Av a lehiyê tejî Şeqaman û malên xelkê bû û piraniya Avero yan hatibûne girtin.

Dihalekê de ku rewşa bi wî awayî bû, deshilatdarên rejîma gendel û diz, di xeva giran de bûn û haya wan li wê hindê nebû ku Lehî û Av ê her der bir.