Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna lehiyê xisareke mezin gihande gundên ser bi Quçanê

11:49 - 2 Gulan 2020

Roja Înê 1`ê Gulanê, bi sedema barîna baraneke bi gur û teyrokê û rabûna lehiyê di hin gundên ser bi bajarê Quçanê de, xisareke mezin giha hevwelatiyan û gelek avahî jî bi yekcarî herifîn.

Barîna barana bi gur û rabûna lehiyê di gundê Dîzadîz a ser bi bajarê Quçanê de, herifîna xaniyan û xisar hasilî li pey xwe ve hebû.

Pêka kurte vidiyoyên ku li derheq barîna baranê û teyrokê û rabûna lehiyê di gundê Dîzadîz a girêdayê bajarê Quçanê, di nav torên civakî de hatine belavkirin, hin xanî bi awayekî %100 hatine herifîn û gelek xisarên mezin jî gihaye hasila xelkê wê gundê.

Evara roja Înê 1`ê Gulanê, baran û teyrokeke bihêz ser bi devera Quçanê de girt, di vê bûyerê de xisarên canî tinebûn, lê gelek xisar gihaye hasil û rezên wê deverê.