Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi: “Bernameya meyandina Uraniyoma Îranê çavkaniya nigeraniyê ye”

11:54 - 27 Gulan 2021

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, “Rafael Grossi” ragihandiye, meyandina Uraniyomê li asta ji %60 cihê nigeraniyê ye û berfirehtirbûna bernameya navkiya Îranê li qonaxekê de ye ku zivirîn bo Bercamê ti îmkanek nîne.

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî,  “Rafael Grossi” di hevpevîneke nû de digel belavoka “Financial Times” de gotiye: “Welatek ku Uraniyomê li asta ji %60 de bimeyîne, mijareke micid û cihê nigeraniyê ye, bi tenê welatên ku dixwazin çeka navkî berhem bînin, di wê astê de Uraniyomê dimeyînin” .

“Rafael Grossi” daye zanîn, asta meyandina asayî ya Uraniyomê bo armancên aborî 2 heta %3 e.

Pêka gotinên “Rafael Grossi”, bernameya navkiya Îranê li çarçoveya kêmkirina pêbendiyên Îranê li sozên lihevhatina Bercamê de berfirehtir bûye û gihîştiye qonaxekê ku bi zivirîn bi rewşa sala 2015an êdî ti îmkanek nîne.

Mercên Îranê bona zivirîn bi Bercamê ji aliyê Amerîkayê ve hatine redkirin û çalakiyên navkî yên rejîma Îranê cihê nigeraniya cîhanî û bi taybet welatên wekî Amerîka û Îsraîlê ye.