“Rafael Grossi” Serokê Giştiya Ajansa Navnetewî a wizeya navikî, biriyare ku roja Şemî berî ragihandina Îranê ji pêbendnebûna bi porotokola tevlîbûna bi bercamê, ber bi bajarê Tehranê ve sefer bike .
Ajansa Navnetewî a Wizeya Navikî ragihandiye ku biriyare roja Şemî “Rafael Grossi” bo bas kirin û peyda kirina rêçareyan li derheq çalakiyên wê ajansê digel karbidestên bilind yên Îranê dîdarekê pêk bîne.
Eva di demekê deye ku “Hesen Rohanî” Serokomarê Îranê di civîna hey`eta dewletê li derheq kêm kirina pêbendiya bi sozên navikiya xwe gotiye “Roja Pêncşemî em li porotokola tevlîbûnê a bercamê ku me xwe qebul kiriye derkevin û êdî em pê pêbend nabin”.
Ew serdana “Rafael Grossi” di halekê deye ku piraniya welatên cîhanê daxwazê li Îranê dikin ku bizivire bo nava rêkevtinên bercamê, lê rejîma Îranê berdewam cehdê dike ku ji rêka gefa derkevtina ji pêbendiya porotokola bercamê, imtiyazan ji cîhanê wergire û amade nine sozên xwe ku dabûne Ajansa navnetewiye vizeya navokî, cîbicî bike.