Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi: “Em mijûlê lêkolîn li ser 3 cihên şik û guman ên navkiya Îranê ne”

12:17 - 28 Nîsan 2022

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî yê Vizeya Nakî “Rafael Grossi” gotiye: “Em mijûlê lêkolîn li ser 3 navendên navkiyê Îranê ne ku cihên şik û gumanê ne.

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî yê Vizeya Navkî “Rafael Grossi”di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Associated Press” de ragihand: “Em mijûlê lêkolîn li ser bersivên Îranê li derheq peydabûna madên navkî li 3 navendên neragihandiyên Îranê ne û lêkolînên me berdewam in”.

Yek ji pirsgirêkên girîng yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, peydabûna Uraniyoma meyandî li 3 navendên neragihandiyên rejîma Îranê ye.

Rejîma Îranê di vê derheqê de bas kiribû ku bersiva pirsiyarên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bo wan şandine û nerohnî li ser yek ji navendan nemaye.

Herwisa “Rafael Grossi” di hevpeyvîna digel nûçegihaniya “Associated Press” de tekezî kiriye ku rejîma Îranê bi mifahvergirtin ji santrîfiyûjên pêşketî, rêjeya meyandinê zêdetir kiriye û beşek ji damezraveyên xwe bi cihek din veguhastine.

Rejîma Îranê tim îdia dike ku bernameya navkiya Îranê bo armancên aştîxwazane ye lê gelek ji welatên cîhanê li ser wê bawerê ne ku rejîma Îranê li pey berhemanîna çeka navkî ye.