Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi nigeranê rewşa çavedêrî li ser binkeyên navkiya Îranê ye

11:38 - 20 Çirriya pêşîn 2021

Serokê Saziya Navnetewî ya Vizeya Navkî “Rafael Grossi” li ser sînordarbûna çavedêrî li ser binkeya navkîya rejîma Îranê li bajarê Kerecê huşdarî da.

Serokê Saziya Navnetewî ya Vizeya Navkî “Rafael Grossi” ragihand ku çavdêrên wê ajansê destpêregihîştin bi fîlmên kamêrayan ên li binkeya navkiya “Tsa” a bajarê Kerecê tinînin û li ser sînordarkirina çavedêrî li ser wan binkeyan ji aliyê rejîmê huşdarî da.

“Rafael Grossi” tevî îşarekirin bi nêzbûna rejîma Îranê bi “xala gewir” anku şiyana cudakirin û meyandina Uraniyomê ragihand: “Komara Îslamiya Îranê bi mifahvergirtin ji alavên Santrîfiyûj ên pêşketî meyandina Uraniyomê zêdetir kiriye”.

Di hevdîtina “Rafael Grossi” de digel Serokê Saziya Vizeya Navkiya Îranê “Mihemed Îslamî”, rejîma Îranê soz dabû ku îznê bi çavedrên Ajanasa Navnetewî ya Vizeya Navkî bide ku mêmoriyên kamêrayan ên li damezraveyên navkiyên Îranê biguherin û dubare kamêrayên çavedêriyê li binkeya “Tsa”ê danên.

Binkeya navkiya “Tsa” damezraveyeke navkî ya rejîma Îranê ye ku alavên hewce bo santrîfiyûjan berhem tîne û heyamek berî niha rastî êrîşekê hatibû ku xisarên gelek zêde pêkekitibû û rejîma Îranê îdia kiribû ku kamêrayeke Ajansê jî di wê êrîşê de ji nav çûye lê bi ti awayekî îzin nedan ku çavedêrên Ajana Navnetewî serdana wê binkeyê bikin.