
Karnasekî aborî bas dike ku, kêmkirina nirxa Helawisanê, bi kêmkirina Sifran li pereyê netewî yê Îranê, xapandina xelkê ye.
Karnasê aborî, “Îbrahîm Rezaqî” gotiye: “hekî me sîstemeke serast a aboriyê heba, me dê bikarîba Helawasanê kêm bikin, me dikarî rakirina 4 sifran bînin ber bas, lê di demekê de ku enfilasiyon anku Helawasan di salê de 2 qat dibe, em 4 sifran jî rakin, ti tiştek natê guherîn”.
Herwisa navbirî gotiye ku, renge rakirina sifran ji pereyê netewî bi berçaw ji %40 a enfilasiyonê bibe %4, lê di rastî de her ewaye ku, bi awayekî, xapandina hizra xelkê ye û înkar kirina rastiyê, tê hisêb.
Herwisa wî karnasê aborî gotiye: “ rejîm tevî agehdarbûn ji rewşa xirabe aboriyê, ti cehdekê bo çareserkirina pirsgirêkan nade, lewma neçare bi afirandina rewşeke xapîner û bas ji mijarên negirdayê wekî: “danûsitandin û rakirina sifiran ji pereyê netewî” bike ku, ti derdekî jî derdên civakê, kêm nake”.
Rejîma Îranê bi berdewamî ,di cihê peydakirina rêkarên hewce bo çareserkirina pirsgirêkan, bi rêyên negirêdayî bi pirsgirîkan û ji xapandina xelkê mifahê verdigirin.