Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora bin pê kirina mafê miro di Îranê de hate weşandin

13:01 - 17 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Cawîd Rehman rêporterê taybet ê mafê mirov ê Neteweyên yekgirtî di karûbarê Îranê de, duyemîn rapora xwe belavkir.

Cawîd Rehman rêporterê taybet ê mafê mirov ê Neteweyên yekgirtî di karûbarê Îranê de, di destpêka rapora xwe de careke din daxwaz ji Îranê kiriye ku, bila îzna wî bide daku bikare biçe Îranê û ji nêzîk ve rewşa mafê mirov di wî welatî de bişopîne û rapora xwe li wire amade bike.

Rejîma Îranê heya niha îzn neda ye ku, rêporterên Netewên yekgirtî serdana Îranê bikin.

Li rapora taybet a mafê mirov bo bin pê kirina mafê mirov di Îranê de ji aliyê Rejîmê ve, ew xalên grîng hatine desnîşankirin ku Komara Îslamî sebebkarê bin pê kirina mafê mirov e.

Ev xalane wiha ne:

Xisara ku gIhîştiye xelkê bi hegera lehiyê û xemsariya rejîmê.

Givaşên aborî bo ser xelkê bi hegera siyasetên şerxwazane yê rejîmê.

Tepeseriya kesên cuda hizr û nebûna azadiya ra derbrînê.

Îdamkirina girtiyan û bi taybet kesên jêr temenê 18 salî.

desteser kirina xweseraneya hevwelatiyan û bi taybet kesên bîhanî.

Çalakên mafê mirov, çalakên kêmaniyên olî, rojnamevan, çalakên kedkarî, jinên ku têne neçarkirin bi hicaba zorî, herwisa têne girtin û gef li ser wan e.

Di sala 2018`an de aliyê kêm 7 zarok hatine îdamkirin.

Aliyê kêm 8 wekîl hatine desteserkirin.

Girtin û tepesekirina çalakên medenî.

Girtina Mamostayan, şofêran, kedkaran berdewame.

Kêmaniyê olî û netewên xeyrî Faris berdewam rastî givaşan tên û çalakvanên wan têne bincavkirin û ji mafên xwe bê par dibin.

Cawîd Rehman careke din daxwaz ji ciwatgeha cîhanî kiriye ku givaşê bixine ser Îranê ku rewşa mafê mirov û azadiya xelkê Îranê berçav bigre.

Herwisa daxwaz ji Îranê jî kiriye ku îznê bide wî bona zêrewaniya mafê mirov serdana Îranê bike.