Navenda Amarî ya Kanûna mafê mirovî ya “Ne bi Zîndan û Ne bi Îdam,” rapore amarî belav kiriye û nivîsiye: “di sala 2021an de li Îranê aliyê kêm 350 kes hatine darvekirin û aliyê kêm 3,800 kes jî hatine binçavkirin.
Di nav wan 350 kesên ku hatinî darvekirin 317 mêr, 17 jin, 7 zarok û 9 girtiyên siyasî bûne.
Navê wan girtiyên siyasî wiha ne: “Husên Dêhwarî, Eliyas Qelenderzehî, Elî Muteyirî, Cawîd Dêhqan Xuled, Casim Heyderî, Husên Sîlawî, Elî Xusercî, Nasir Xefaciyan û Heyder Qurbanî”.
Navenda Amarî ya Kanûna mafê mirovî ya “Ne bi Zîndan û Ne bi Îdam”, di rapora xwe de îşare bi qetila xelkê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kiriye û nivîsiye; 112 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin ku piraniya wan qaçaxçiyên şewatê, kolber û şivan bûne.