Saziya Raporterên Bêsînor ragihandiye, ku li ser daxwaza Raporterê Taybet yê Mafê Mirov yê Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarên Îranê, “Cawîd Rehman” bona avakirina komîsiyonekê li Şêwraya Mafê Mirov ya Saziya Netewên Yekgirtî li derheq rola “Îbrahîm Reîsî” li kuştina girtiyên siyasî di sala 1367an de piştevaniyê dike.
Raporterê Taybet ê Mafê Mirov ê Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarên Îranê, “Cawîd Rehman” daxwaza lêkonîneke serbixwe li derheq îdamkirina bi hezaran girtiyên siyasî li sala 1367an ku bi fermana berpirsên Komara Îslamî ya Îranê hatibûne kirin û rola “Îbrahîm Reîsî” di wê komkujiyê de kiriye.
Saziya Reporterên Bêsînor ragihandiye, ku di nav kuştiyên sala 1367an de bi 100an rojnamevan jî hebûne.
Di wê derheqê de, birêveberê beşa Balkêşandina Cîhanî û Birêvebirina Hiqûqî ya Raportêrên Bêsînor, “Antoine Bernard” gotiye: “Danîna avakirina Komîsiyona Lêkolîn li destûra karê Şêwraya Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî pêngava yekem û hewcehiyeke gîrîng heye ku ew komîsiyone dibe ji hemû aliyan ve ji aliyê endamên Saziya Netewên Yekgirtî ve bê piştevanîkirin.
“Îbrahîm Reîsî” yek ji tawanbarê sereke yê wan kuştinan û endamê “Heyeta Merg” e ku girtiyên siyasî li sala 1367an de bi kom îdam dikirin.