Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan Tarawge di Ewropayê de bi rê ve çû

20:31 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Kurdên Tarawge li 30`emîn salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, civîneke berfireh li ber deriyê Parlimana Ewropayê lidar xistin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê li bajarê Biruksêlê Ragihand: “Îro Sêşeme rêketa 18`ê Pûşpera 1398 a rojî, Kurdên Tarawge, hejmarek li kesên siyasî ên Kurdîstan a Îranê û bîhanî, hûnermend, nivîser, helbestvan û parek berçav xelkên din di Rasana Tarawge de amade bûn.

Armanca wê civînê, şermezarkirina terorîzma rejîma Îran û herwisa dosyaya terora Viyenê bînine gore.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragihand: Ew civîne di Du parên sereke de pêkhatiye.

Para yekim a wê civînê di ber deriyê parlimana Ewropayê bi rê ve çû ku, ew civîne bi wê awayî hate lidarxistin.

Di destpêkê de beşdarbûyên wê civînê di ciheke diyarîkirî kom bûn. Piştre bi slogan û sirûd û herwisa heya cihê mebest, bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” rêketin.

Piştre sirûda bi sirûda “Ey Reqîb” û bi xwîndina helbestekê destpêkir.

Piştre mamosta “Hesen Şêweselî” endamê îftixarî yê Navenda siyasî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di wê civînê de peyamek pêşkêş kir.

Peyama desteya birêveber a wê civînê ji aliyê “Kamran Resûlî” berpirsê komîteya Hizba Demokrat li welatê Su`îsê pêşkêş kir.

Hevdem peyama Rêberayetiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi wê boneyê di wê civîna mezin de hate xwandin.

Piştre hûnermend “Necmedîn Xolamî” sirûdek pêşkêş kir.

Di naveroka wê rêûresmê de peyama malbatên şehîdan pêşkêş kirin.

Piştre helbestek ji aliyê “Ehmed Şêrbegî” hate xwindin.

Herwisa Hûnermend “Qadir Elyasî” çend stran û sirûdek pêşkêş kir.

Peyama Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Îranê di wê civînê de hate pêşkêşkirin.

Di wê civînê de, çendîn Hizb û aliyên siyasî ên parên din ên Kurdistan bi wê boneyê peyamên xwe şandibûn.

Piştre hûnermend “Mîka`îl” sirûdek pêşkêş kir.

Para yekim a wê bernamê wiha hate pêşkêşkirin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê di berdewamiya rapora xwe de basa wê kir ku, di para duhem a wê civînê de, civîn di yek ji salonên nêzîkê parlimana Ewropayê de bi rê ve çû ku wiha bû.

Ew civîne bi sirûda “Ey Reqîb” û sekînandina bîstek bê dengî ji bo canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê Destpêkêkir.

Piştre peyama rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi zimanê Îngilîzî hate xwendin.

Di wê civînê de, kurte vîdiyoyek liser jiyan û hizra Dr. Qasimlo bi zimanê Kurdî û jêr nivîsa Îngilîzî nîşan dan.

Di wê parê de, peyama vîdiyoyî a “Nersrîn Qasimlo” hevjîna Dr. Qasimlo û nivîsera pirtûka “Rehmanê Kurd” nîşan da.

Piştre Dr. “Frdirêk Têso” hevalê nêzîk ê Duktor Qasimlo di wê civînê de çend gotinek pêşkêş kir.

Piştre Senatorekî Biljîkî bi wê boneyê peyamek xwind, û hevdem peyama endam û parlimanê Fêdral a biljîkî pêşkêş kir.

Di wê civînê de, hûnermend “Şivan Perwer” amade bû.

Di wê civînê de, peyama serokê “UNPO” hate pêşkêşkirin.

Piştre di wê civînê de, parîzerê dosiya “Mîkonus” çend gotinek pêşkêş kir.

Di wê civînê de, peyama kongireya neteweyî ji aliyê “Zuber Aydar” hate pêşkêşkir.

Piştre hûnermend “Kawe Urmiye” sirûdek bi wê boneyê pêşkêş kir.

Di wê civînê de, Îraniyan payama xwe pêşkêş kirin.

Piştre hûnermend “Necmedîn Xolamî” sirûdek pêşkêş kir.

 Di wê civînê de, peyama çendîn Senatorên Amerîkayî bi boneya 30`emîn salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo nîşan dan.

 Bername bi wê awayê dawî pê hat.