Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasaniyên Rojhilatê, çalakiyên teblîxî lidar xistin

18:05 - 22 Gulan 2019

Kurdistanmedia:  Xebatkarên nîştimanperwer ên gel li gundên wekî, Tengîser, Del û Rivar, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Ciwanên bivêr yên gel, bi armanca piştevanîkirin li Rasan û xebata girêdana Çiya û Bajar, li zozanên wekî, Jonî û Hewîşûr ya girêdaiy gundên Del û Rivar li Hewramanê, postêr û tiraktên hizbê belav kirin.

Herwisa Demokratperweran, li gundê Tengîserê bi danîna cemedanî û gula sor ragihandin ku:  Em li ser rêbaza şehîdên gel û hizb berdewam in, û Rasan heya gihîştin bi armancên xwe berdewam dikin.

Endam û alîgirên PDKÎ, rojane bi belavkirina trakt û postêr û hildana alaya pîroz ya Kurdistan û Logoya PDKÎ, amadehiya xwe bo xebata rewa ya gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê radigihînin.

Ev çalakiyên berfireh yên teblîxî di demekê de birêve diçin ku, Spaha Pasdarana terorîst û kirêgirtiyan, gund û bajarên Kurdistanê, bi hûrî çavdêrî dikin û îd`a dikin ku xelkê Kurdistanê, bi awayekî tewav di bin çavdêriya van de ne.