Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rastiya gendelî di hilbijartina meclisa rejîmê de eşkere dibin

11:59 - 24 Şibat 2020

Piştî serketina baykota hilbijartina meclisa rejîmê û neçûna nêzîk bi %80 xelkê Îranê bo ser sidoqên dengdanê, rejîm bona weşartina rastiyan, kete belavkirina amarên direwîn li derbarê rêjeya beşdariya xelkê.

Destpêkê ragihandin %63 xelkê berşdarî kiriye, piştre ragihandin nêzîkî %50, lê gava ku ti belgeyek tinebûn wê yekê îsbat bikin û zanîn ku heta weke caran çi sefeke xelkê çinebûye ku piropagendê pêwe bikin, roja derbasbûyî, Wezîrê navxwe yê rejîmê ragihand, ku rêja beşdariyê %42 bûye.

Herçiqas kesê çi gumanek nîne ku ev amar jî direw e, hekî rast be jî ku rast nîne, ew jî bi gendelî û sexte zêde kirine. Sextekarî ew qas berfire bûye ku xudî deshilatdarê rejîmê eşkere dikin.

Rojnama Cimhûrî a girêdayê rejîma Îranê, nivîsî ku tenê di hewza bajarê Yezdê de, hejmara dengan ji hejmara xelkê ku mafê dengdanê hene zêdetir bûye. Di gelek hewzan de ku xelk neçûne binkeyên dengdanê yan kêm çûne, ev kesên zêrevan parêzerê Sindoqan hemû belgên dengdanê, navên direwîn li ser nivîsîne û avêtine sindoqan.

Herwisa ev kesên ku beşdar jî bûne û çûne ser sindoqan, piraniya wan navê ti yek ji berbijêran nenivsîne û dengê batil ji dengê ku berbijêra anîne, zêdetire.

Li gorî rapora çalakvanan, texmîn tête lêdanê rêja beşdariyê ji %20 kêmtir bûye û Rojhilatê Kurdistanê jî di hinek cihan %10 bûye û piranya binkên parêzgeha Sinê û Kirmaşanê, negihaye %5 jî.